Li yek ji qada sereke ya têkoşînê li Ewrûpayê piştî Kongreya 3’an bûyerên pêk hatin; veguhestina naveroka kongreyê, plansaziyên nû, civîn, konferans û hewldanên sererastkirinê. Provakasyona Olof Palme wekî pîlanekî NATO’yê 1986’an ketibû rojevê, girêdayî wê doza Dusseldorfê dikeve qonaxeke nû. Kesîre, Huseyîn Yildirim û Alî Çetîner ku di rêveberiya rêxistinê ya Ewrûpayê de cih digirtin û navên wan bi tasfiyekariyê dihatin hildan, di doza Dusseldorfê de têne bikaranîn û bi desteka hêzên navneteweyî pîlanên parçekirina PKK’ê dikevin dewrê. Di şexsê doza Dusseldorfê de têkoşîna gelê Kurd û tevgera wî li dijî vî pîlanê global. Li Ewrûpayê gelê Kurd di vê qonaxê de xwe li dor dozê gurçûpêç dike û pêvajoyeke mezin a rêxistinî dide destpêkirin. Di çarçovaya rahendên huqûqî yên dozê û huqûqa Ewrûpayê de dekûdolab tê pûçkirin.






