Li dijî konsepta êrişa topyekûn berxwedaneke dîrokî pêk hat, piştî vê, lêgerînên guhertinê yên Rêber APO. Xebatên amadekariya Kongreya 5’an a PKK’ê ku destêwerdana asta PKK gihîştiyê û geşedanên diqewimin pêş dîtibû.
Komkirina delegeyên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji hemû qadên têkoşînê hatibûn qada Heftanînê; pêvajoyên nîqaşê yên ku li ser zemîna Kongreyê hatin meşandin. Û Kongreya 5’an a ku Rêber APO wekî “kongreya guhertinê” pênase kiribû. Nîqaş, rexne û xwerexnekirin li Kongreyê. Biryarên girîng ên Kongreyê ku wê bandorê li ser rêveçûna têkoşînê bikin û bandora biryaran li ser hemû qadên têkoşînê…






