Hewldanên derbaskirina pirsgirêkên Biryargeha Navendî ya li herêma Zapê yên ji sala ‘96’an heta ‘97’an. Xerabkariyên Zekî li Biryargeha Navendî kiribûn û xebatên sererastkirinê yên Rêber APO. Hewldanên Rêber APO yên ji bo sala 1997’an bibe sala serkeftinê û geşedanên siyasî li Başûrê Kurdistanê. Operasyona Çakûç ku bi tevlîbûna 50.000 leşker, 4000 cerdevan û hemû hêzên PDK’ê li dijî Zapê hat destpêkirin. Armancên leşkerî û rêveçûna operasyonê. Berxwedana dîrokî ya gerîla li Zapê. Xistina helîkoptera ku general tê de bûn û paşvekişîna operasyonê. Komkujiya Hewlêrê ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve wekî tolhildanekê hat kirin û rewşa nû ya li Başûr.






