Bi nûçeya mirina Turgut ÖZAL re, hêviyên ji bo aştiyê çilmisîn û careke din qonaxa xetimî dest pê kir ango hêviyên aştiyê yên ku di sala 1993’an de şîn bûbûn çilmisîn. Perdeya sirrê ya li ser mirina Özal û şiroveyên balkêş ên Rêber APO yên der barê rewşê û bûyeran de. Nîşanên yekem ên konsepta nû ku piştî vê mirina gumanbar xuya bûn.. Bêmuxateb mayîna agirbestê û provokasyona 33 leşkeran ku starta konsepta nû ya tunekirinê bû. Tevliheviyên siyasî yên nû li Tirkiyeyê, avakirina hikûmeta şer a nû ya dewleta Tirk û pêvajoya amadekariya konsepta tunekirina topyekûn. Piştperdeya bûyera 33 leşkeran û wekî pîlanekî şerê taybet, ji nû ve bi lez ketina dewrê ya şerê topyekûn. Li hemberî van hemû pîlanên êrişên berfireh, pêvajoya berxwedana dijwar a gerîla.






