Piştî derketina Rêber APO ya ji Sûriyeyê, bi vexwendina dostên xwe berê xwe da Yewnanistanê û tiştên ku li vê rawestgeha yekem qewimîn. Piştî serdaneke kurt a Yewnanistanê, di heman rojê de çûyîna paytexta Rûsyayê Moskowayê. Serboriya 33 rojan a ku li Rûsyayê derbas bû. Midaxaleyên Rêber APO yên di dema li wir de ji bo ku PKK têkoşîna xwe ji cihê mayî berdewam bike. Piştî Rûsyayê, pergala komploya navneteweyî dikeve dewreyê û di encama gelek peymanên qirêj de Rêber APO ji wir tê derxistin. Li hemberî metirsiya mezin a ku di vê pêvajoyê de derket holê, çalakiyên xwedîderketinê yên gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat. Çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” pêşengtiya van çalakiyan kirin û bi mezinahiya çalakiya xwe pergala komployê hişyar kir.
Piştî ku derfetên mayîna li Rûsyayê ji holê rabûn, çûyîna paytexta Îtalyayê Romayê. Gava nû ya çareseriya siyasî û dîplomatîk a Rêber APO ya ku li Romayê (ku 66 rojan li wir ma) da destpêkirin. Hewldanên Îtalyayê yên ji bo xwedîderketina li Rêber APO, hewldanên ji bo xwedîderketina li çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û hêviyên ku mezin dibûn






