Bi salên 90’î re pêxîrtengî û hezîmeta giran a dewleta Tirkî li hemberî têkoşîna gerîla û serhildanan. Tam jî di demeke wisa de li herêmê û cîhanê rewşa nû ya siyasî-polîtîk û eskerî ya derket holê.
Jihevdeketina Yekîtiya Sovyetê, bidawîbûna cîhana du qutbî û di valahiya ku derket holê de analîzên reel sosyalîzmê yên Serok Apo, di vê hawîrdora krîzê ya cîhanê de hewldanên wî yên têkoşînê. Di heman salan de bûyereke din a girîng jî Krîza Kendavê bû: Şerê ku bi pêşengiya Emerîkayê li dijî rêveberiya Saddam dest pê kir û tam di wê pêvajoyê de li Başûrê Kurdistanê Raperîn pêk hat… Rojên Raperînê yên Başûrê Kurdistanê. Dema ku hêzên PDK û YNK’ê qadên xwe terk kirin, rola gerîlayên PKK’ê di Raperînan de. Şerê li dijî rêveberiya Saddam. Perspektîfa “Hikûmeta Şer a Botan-Behdînanê” ya Serok Apo pêş xist. Di xwerêxistinkirina li Başûrê Kurdistanê de gava mezin a pêşî damezrandina PAK’ê û PKK’ê li qonaxeke nû ye, êdî bandora wê di nava gel de bi hêsanî tê dîtin.






