Amadekariyên konsepta êrişê ya nû ku demeke dirêj nîşanên wê xuya bûn. Operasyona Çelîkê wekî dij-êrişek li hemberî gava Kongreya 5’an a PKK’ê û Kongreya 1’emîn a Jinê hat kirin; pêvajoya amadekariya hikûmeta şer a Tirk û artêşê. Şêwazê pêşketina operasyonê, qadên ku girtine nav xwe û armancên sereke yên dewleta Tirk. Di dema destpêkirina şer de serkeftî bidawîbûna Kongreya YAJK’ê, amadebûna hêzên gerîla û pêla yekem a êrişê. Gavên surprîz ên gerîla li hemberî operasyona ku hema bêje hemû sînorê Tirkiye û Başûrê Kurdistanê digirt nav xwe lê Biryargeha Navendî ya li Metînayê dikir armanc. Derbên giran ên dewleta Tirk xwarin, çalakiyên bibandor yên gerîla û paşvekişîna operasyonê ya bi şikestinekê.






