Piştî serdana duyemîn a Rêber APO ya 29’ê Çile ya ji bo Yewnanistanê bûyerên qewimîn. Qutkirina têkiliya wî, windakirina wî û nêzîkbûna metirsiyên ku dibe bi tunekirinê encam bidin. Lîstikên dewleta Yewnan ên li ser Rêber APO û gefa “ji welatê me derkeve”. Rêwîtiya ji vir ber bi paytexta Belarûsê Mînskê ve; Rêber APO ku metirsî hîs kir û daketina ji balafirê ya li Mînskê red kir, di 1’ê Sibatê de dîsa vegeriya Yewnanistanê. Gava nû ya hêzên navneteweyî, neçarkirina derketina ji Yewnanistanê û di encama hin sozan de rêwîtiya ber bi Kenyayê ve. Rojên dawî yên Rêber Apo li sefareta Yewnanistanê ya Kenyayê. Hewldanên ji bo derketina ji vê feq û xefikê. Bêbextiya herî mezin a navneteweyî ber bi dawiyê ve diçe. Gotin diqede. Balafireke tirk li Kenyayê ye. Rêber Apo teslîm dikin û ro tê girtin, tarî dibe, roja reş.





