Rêber APO ji 1979’an ve bi ked û hewldaneke mezin li ser Rojavayê Kurdistanê xebitî û kir ku Rojava di bereya têkoşînê de bibe çepereke xurt û girîng. Ji 1984’an ve gelê Kurd ê li Rojava çawa ji PKK’ê bi bandor bû û çi qonaxan dibihurîne. Bi pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê re Rojavayê Kurdistanê gav diavêje rojên têrtijî yên têkoşînê. Di warê aborî û palpiştiya paşxanê de dibe çepereke girîng a berxwedanê. Gel xwedî li PKK’ê derdikeve…rêxistiniyên pêşî, komên pêşî, tevlîbûnên pêşî û çalakiyên mezin ên pêşî. Rojava bi awayekî çalak beşdarî têkoşîna gerîla dibe, di pêşdexistina gerîla de dibe xwedî roleke diyar û kesayetên fermandar ên pêşeng ên demê ji nava xwe derdixe.
Rojavaya ku bû navend û saheyeke Serokatiyê, rola wê ya di têkoşîn, koordîne û meşandina Rêbertiyê ya têkoşînê de. Hevdîtinên dîplomatîk ên mohra xwe li demê xistin, ew demên bi heybet ên bala cîhanê kişandin bi rêya ragihandinê gihiştin raya giştî ya navneteweyî.






