28’ê Sibata 1986’an reşkujiya Serokwezîrê Swêdê Olof Palme û piştre pîlana êrişê ya NATO’yê li dijî tevgera PKK’ê. Hewl dan PKK’ê sûcdar bikin û bi vî awayî li qada navneteweyî xwestin Tevgera Azadiyê ya Kurd krîmînalîze bikin.
Piştî ragihandina pêngavê, gavên fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) di warê pêşdebirina gerîlatiyê de avêtin û xebatên kirin. Dewleta Tirkî Egîd dike hedef û êrişên eskerî zêde dike. Bûyerên 28’ê Adara 1986’an û êşa herî mezin a salê şehadeta fermandarê ARGK’ê Egîd…hevrê û hevalên wî qala wî dikin û kesayeta wî ya dîrokî destnîşan dikin; qala gerîlatiya wî, têkoşîna wî û girîngiya cihê wî di nava doz û berxwedanê de dikin. Û piştî şehadeta Egîd zor û zehmetiyên li benda gerîla û gerîlatiyê.






