Piştî şehadeta Egîd (Mahsûm Korkmaz) rêya gerîlatî ketiyê. Ji 84’an heta 88’an xeta Egîd a di şexsê fermandarên gerîla yên pêşeng de hat meşandin û pêşengên gerîla yên cangorî bûn. Pratîkên komên çete yên tasfiyekar li hemberî xeta Egîd. Bi Konferansa Tehtê Reş a li Botanê hewldanên tasfiyekariyê yên xwe dan der û eşkere bûn. Çeteya Çaran a Serok APO pênase kir kî ye, çi ye û armanca wê çi bû? Di dîroka PKK’ê de çi encama van pratîkan bû.
Êrişkariya çete-tasfiyekaran destê xwe dirêjî heta Beka’yê dike û hevalê zarokatiyê yê Serok APO Hasan Bindal (Hamza) tê kuştin. Di van salan de têkoşîneke pir zêde û dijwar a Serok APO li dijî çete-tasfiyekariyê çêdibe û bi sernavê “Tasfiyekirina tasfiyeyê” tê pênasekirin û mohra xwe li serdemê dide. Di çarçoveya vê têkoşînê de destwerdana qadên gerîla û bûyera ‘Ava Mezin’…






